Read MERHEBA, XWENDEVANÊN DELAL text version

MERHEBA, XWENDEVANÊN DELAL..

Li seranserî Cihanê, ne tenê mirov, hemî jîndar bi zimanên Dayikên xwe diaxivin. Gelek Zanîstyar Nivîskar û Rewenbîrên Kurdan jî, bi dirêjî behsa qimet û giringî ya zimanê me dikin. Ev Gotar a li jêr, min ji malper a bi navê Amedforum.com ê girtîbû. Werin em tevhev berê sipazî vê malperê û nivîskaran bikin, û paê jî, ji sêrî da heta dawîyê bi sebrek mezin,vê nivîsê birûmet bixwînin û bizanin ka ziman çima ewqas girîng e. Hinek ji we min nasdikin, lê disa jî dixwazim xwe bi kurtî bidim nasîn.. Ez Mam Recall Kart im. (Mustafa Kart) Ez li sal a 1954 an, li gundeki Haymana yê (Karagedik) ji dayika xwe bûyî me. Ez heyt sal in li Amerîqa yê dijîm. Ez di demên xwe yên vala da, dîrok, çirok û helbestan dinivîsim. Min nêzikî salekê, li Civak a Kurdî û Amerîkî dersên zimanê Kurdî didan. Paê, ji du salan zêdetir, li Zanîngehek Amerîkî disa bûbûm mamoste yê zimanê Kurdî. Êdî livir firmek min heye û ez li ser internetê, www.mamrecallarts.com wêne, xalîçe û titên kevn (wek entîk) distinim û difiroim. Niha jî, dixwazim li NVÎSKAR ê, ji dil û can da dersên zimanê Kurdî bidim ciwan û hevalan. Bi vê minasebetê têm çavên we yên xwaik û dibêjim: Ciwan û hevalên Delal, sere we qet neêe û Hûn pirr bijîn.! Sipas ji bo.. Civaka Kurdî û Amerîkî.. Zanîngeha Amerîkî. (DLI) Mamoste Baran Rizgar. Mamoste Zana Farqînî. Mamoste Sami Tan. Mamoste M.Salih Qoserî. Yekbun.com Amedforum.com Zincirlikuyu.net Yekiti ya mamoste yên kurd û hemî arîkaran. Mam Recall / U.S.A. [email protected] ZMAN: Zimanê zikmakî, ango zimanê dayikê, ne tenê navgîneke axaftinê ye; her wiha ramana mirovan e. Zimanê dayikê ji bo jîyandina kesayetî û çanda mirovan, hebûna mirovan a herî grîng e. Kesekî ku grîngiya zimanê zikmakî nizanibe, nikare li hember hebûna xwe, çanda xwe rêzdar be. Zimanê zikmakî, di avabûn û pêketina nasname û kesayetiya mirovan de rola sereke dilîze. Zimanê zikmakî di têgihîtina mirov a xwezayê û derûdorê de sedema herî grîng e. Bêyî zimanê zikmakî, ne pêkan e ku mirov bahsa jîyandina çandekî bike, ango bahsa çandê bi xwe bike. Kesekî ku ji zimanê xwe yê zikmakî bi dûr bikeve, ji çanda xwe, hebûna xwe, rastiya xwe û kesayetî û nasnameya xwe dûr dikeve. Her çandek tenê dikare bi zimanê xwe hebe. Ziman nebe, çand jî nabe. Ziman neynik, nasname û çanda gel e.

Çendekî berê mamoste Amed Tîgrîs bi hunermendê anoyê Kemal Görgü re hevpeyvînek kiribû û di malpera amîdakurd de hate weandin. Hunermendê hêja di ciyekî hevpeyvînê de ji bo zimanê zikmakî weha dibêje; "Kurdî îrê diya min e". Gotinek rast, xwe û di cî de ye. Lewra mirov ji îrê dayika xwe gelek tit werdigire, pê digihêje, pê têr dibe. Ma ji îrê dê êrîntir, paqijtir, xwetir, watedartir, bi kêrtir û pîroztir titekî din heye?! Ziman jî her wisa ye. Loma jî ew gotin, gotineke xwe û watedar e. Mirov çawa nikare îrê dayikê ji bîr bike, îrê dayikê çawa pîroz e û car caran dayik dikarin zarokên xwe bi heramkirina îrên xwe tehdît bikin. Zimanê dayikê jî, her mîna îrê wê êrîn û pîroz e. Heya mirov bi zimanê xwe çêran neke, dilê mirovan rehet nabe. Mirov herî zêde bi zimanê xwe ji dil dikene, ji dil digirî, ji dil diqîre, ji dil disitire. Zimanê zikmakî, pira navbera paeroj û pêeroja mirovan e. Loma jî dijminên me zana bûn û derba yekem êrîê zimanê me kirin. Zimanê me qedexekirin, înkar kirin, piçûk xistin û gotin û hîn jî car caran dibêjin "ji xwe zimanekî pînekiriye û ne tu ziman e. Ji ber çend zimanên din hatiye çêkirin û pir teng e". Bi vê jî qîma xwe naynin, dibêjin; "ev ji xwe axekî zimanê tirkî ye". 80 salî Polîtîkayên wisa bikar anîn û kirin ku me ji zimanê xwe, pê re jî ji çanda xwe, ji nav û nasnameya xwe heta ji dayika xwe erm kir. Lewra bi taybet li bakûrê welêt, dijminê me diviya neteweyek biafirandana. Yek netewe, yek çand, yek nasname, yek ziman û her tit yek. Loma jî diviya rengên cuda tune bikirana û loma jî pêî êrîê zimanê me kirin. Lewra pir ba dizanibûn, dema mirov ji zimanê xwe fedî bike, piçûk bibîne, mirov ji hebûn û nasnameya xwe fedî dike û piçûk dibîne. Titekî ku mirov jê erm jî bike, mirov bi dû nakeve, jê direve. Em jî mîna cinê ji hesin bireve, ji ziman, nasname û hebûna xwe reviyan. Nirx: Nirx û rûmetên mirovan, di nav herikîna dîrokê de li gor eklê jiyana mirovan, li gor avhewa û cografya ku mirov lê dijî, li gor ziman çand û nêrînên mirovan ên jîyanê û rewa aborî çêdibin û diguherin. Bi pêketina civakê re hin nirx û rûmet jî dikarin biguherin ango rû**** xwe ya berê wenda bikin û li ûna wan hin nirxên nû ava bibin. Lewra jîyan her tim di nav pêketinekê de ye, li gel vê pêketinê nirxên civakî jî diguherin. Nirxên ku naguherin, dibine asteng li ber pêketina civakê, ango ew nirxên ku demekî ji bo civakê pîroz in û civakê bi hev ve girê didin, roj tê ku heman nirx dibine sedema tevlîheviyên mezin, lewra bi pêketina jîyanê re, ango bi tekamulê re nirxên nû ava dibin û bi yên kevn re dikevine pêbirkê, an carna er. Û nirxên nû her bi ser dikevin, lê carnan jî, di civakên girtî de ev pir zehmet dibin û ev pêvajo gelek bi ê derbas dibe. Nirx, ango avabûna nirxan jî, li gor kategorî û baweriyên bi taybet olî lê ne tenê olî, sîyasî, îdeolojîkî, yên civakê û bi taybet jî rewa aborî, diguhurin. Mînak; hin tit hene ku ji bo gundiyekî nirxên pir grîng in, lê bajariyekî dikare zêde guh nede wan nirxan, an jî nirxên çîna karker, dikare ji bo çîna serdest mîna pêkenî bin û yên çîna serdest jî ji bo karkeran zêde sist û dejenere bin. Her wiha ew titên ku ji bo Îsewiyek, an Mûsewiyek pir normal be, ji bo musulmanek, dikare bê weteya kufrê, ango kafiriyê. An di nav mezhebên olan bi xwe de jî, ev nakokî hene. Titekî ku dikare ji bo mezhebekê rast, ango normal be, ji bo ya din pir a û heram bê. Bê guman ku newekhevî û nakokiyên di nav nirxan de, gelek caran dikarin bibine sedemên qewmîn,

an bûyerên pir grîng ên neyînî jî. Heta, yên ku herî zêde bandorê li ser jîyana me dikin, ev newekhevî û nakokiyên di nav nirxan de bi xwe ne. Hin nirx hene ku li gor rewa siyasî û daxwazên desthilatdaran, bi zanebûn têne afirandin û di nav gel de têne bi cî kirin. Ev cure nirx, tenê ji bo berjewendiyên desthilatdar û dewlemendan in, ji aliyê wan ve bi zanebûn hatine pêxistin û bi gitî, ne ji bo berjewendiyên gelêrî, lê ji bo bikaranîna civakê ne. Ev nirx carna di nav civakê de, bi dezînformasyon û propagandayan wisa têne bi cî kirin ku, civak ji nirxên xwe yên rastî û dîrokî dûr dikevin û bi temamî dikarin bikevine xiz**** nirxên çêkirî. Nijadperestî yek ji van "nirx"an a herî balkê û xetere ye. Sîstema nirxan a mirovan, hîn ji destpêka jîyana wan ve dîyar dibe. Nirxên mayînde, malbat, heval, ol, dibistan û derdor û heya her kesekî ku pê re bi awayek têkilî çêbibe, li ser gihîtina zarokekî û avabûna nirxên wî, bandorê dikin. Nirx, encamên rahênan, (artlanma) ango demînan e. Her cure agahiya ku zarokek werdigire, di mêjiyê wî de cihê xwe digire û li gor wan agahiyan nirx di mêjî de ava dibin. Heya ku bi agahiyên din ew bêne guherandin, wisa dimînin. Pêvajoya civakîbûnê, di dawiyê de, di nirxên mayînde de hestî û got digire û ji bo her ferdek, dibe êweya gihîtina armancan. Mirov, bi giranî xwedî nirx û rûmetên civaka xwe ye. Mirov li kur bûbe, bi nirx û rûmetên civakî yên wir ve girêdayî ye. Lê dema mirov civak diguhêre; em bêjin ji Kurdistanê ji ber sedemekî koç dike diçe Ewropayê, wê demê li wê civaka nû dikare hin nirx û adetên mirovan a bêne dîtin, ango xwe neyêne dîtin û hwd. Mirovê ku koçkiriye jî, dikare wê civaka nû wisa binirxîne. Lewra me gotibû ku; nirx û rûmetên mirovan, di nav herikîna dîrokê de li gor eklê jiyana mirovan, li gor avhewa û cografya ku mirov lê dijî, li gor ziman çand û nêrînên mirovan ên jîyanê û rewa aborî çêdibin û diguherin. Û ez dikarim bêjim ku, ev pirsa herî mezin a koçberan e, ku gelek caran ew û zarokên xwe li ser vê yekê pevdiçin, er dikin û dikarin ji hev bi dûr jî bikevin, an zarokên xwe bi destên xwe jî bikujin. Lê eger ew kesê koçkirî, li wî welatê ku koç kiriye bibûna, tu pirsên weha jê re çênedibûn. Her kes dixwaze li gor rastiya xwe bijî û bi giranî jî wisa dijî. Dema, ji ber sedemekî ertên wê jîyanê teng dibin, an namînin, wê demê pirs destpêdikin û jîyan dibe kaos. Ta ku mirov bibe, an bikaribe bibe xwedî nirxên nû, hin titan bikaribe daqurtîne û di jîyana xwe de bi cî bike. Wê çaxê mirov dikare bêje ku nirx rêlatîf, ango îzafî ne. Lewra ku yek ji wan jî ne rastiyên xweser in. Nirx, li gor civakê, an jî li gor agahiyên meriv in. Lewra mirov li gor agahiyên xwe biryaran dide. Lê gelo, titên ku mirov di derbarê wî titî de nizane çi ne?! Mirov nizane ku mirov bi çiqas titî nizane. Ji çiqasiya nezaniyê wirdetir, gelek caran mirov hay ji nezaniya xwe jî nîne. Ba e, eger mirov li gor zanîna xwe biryaran bide û bêje "ev wisa ye" û paê di derbarê wî titî de titên ku mirov nizane derkevine holê, wê demê jî dê dîtinên mirovan biguhurin an na? Her çiqas li gor zanebûna mirov titek "wisa" be jî, li gor gelek sedemên ku mirov hay jê nîne, dikare ne "wisa" be.

Dejenerasyon: Dejenerasion gotineke bi fransî ye û tê wateya bêesliyê ango wendakirina derûniyê, taybetiyên nîjadî û cureyên xwewendakirinê. Meriv dema ji xwe dûr bikeve, dibe titekî din. Titê herî nêz, an titê herî hêsan çi be dibe ew. Lewra jiyan valahî qebûl nake. Em jî her çiqas ji xwe bi dûr dikevin, dibin mîna dijminê xwe!.. Lewra yê herî nêzî me ew e. Bi zimanê xwe, bi siyaseta xwe, bi çanda xwe, bi danûstendinên xwe yên rojane û civakî û bi her awayî. Lê nabin mîna wan jî, lewra ji bo ku titek bikaribe form bigire, divê li ser koka xwe û rastiya xwe în bibe, an na rengek olî û ne zelal digire. Malkambaxiya herî mezin ew e ku mirov dejenere bibe, ji rastî û binyat û nirxên xwe dûr bikeve û nirx bi mirovan re nemînin. Dema nirx bi mirovan re namînin, mirov mêzîna xwe wenda dike. Mîna her titî, dema mêzîn xera bibe, her tit ser û binê hev dibe. Xerabûna balansa mirovan jî dibe sedema ser û bin bûn ango tevlîheviyeke hundirîn û giyanî. Dinya mirov a hundir xera dibe, zemîna giyana mirov diheje û ev yek bi rengekî pir xerab xwe dide der û dibe sedema jiyaneke bê pîvan, bê prensîp û xerab. Bi gotineke hêsantir; mirovên dejenere û bê nirx, ango yên nirxên xwe wenda kirine, ji diziyê bigire, heya mêrkujiyê, xiyanetê û gelek karên xirab ên din dikarin bikin, lewra dema nirx wenda dibin, pîvan jî namînin. Jiyana manewî bi temamî dimire û êdî ew kes bi tenê ji bo jiyana xwe ya madî û bi tenê ji bo xwe dijîn. Loma jî her kes û her tit û ew bi xwe jî, mijara kirîn û firotanê ne. Û ev hemî ji bo wan ne karên pir ecêb in. Heke em bi tenê li fenomena (diyardeya) îtirafkaran û hîzbîkontrayan û kar û barên wan û zerar û zîyana ku wan dane civakê biramin, dê batir bê famkirin. Yê her du aliyan jî, di ciyek de digîjine hev. Ji rastiya xwe bi dûr ketin!.. Ango bêesilbûn!.. "Her dar li ser koka xwe în dibe". Her zindiyek û heta her titek dema ji koka xwe dûr dikeve ango tê qetandin, ji binyata ku bûye, ji sedemê hebûn û çêbûn û ekilgirtina xwe bi dûr dikeve. Bi gotineke din, ji rastiya xwe bi dûr dikeve. Dema zindiyek ango objeyek jî ji rastiya xwe bidûr dikeve, bêbinyat dibe. Lewra nikare li gor rastiyên din an hebûnên din ku li ser koka xwe în bûne ekil bigire û dibe sosretek û dimîne. Kes an titên sosret jî nezayok (kisir) in. Serdestên civakê, ango ku em li civaka me bifikirin wê demê divê em bêjin; dijminên me, li gor rew û taybetiyên demê politikayên dejenerasyonê û kesên dejenere, li her aliyên civakê bi rengên cur be cur bi kar tînin. Dema er giran bû, bi taybet di navbera salên 1990 û 96an de îtîrafkaran û hîzbîkontrayan dane pê. Em bahsa karên wan nakin, em hemû dizanin. Ev ên herî balkê in, lewra cîhana me ya maddî serobin kir, dike... Lê kontratî, bêeslîtî, dejenerasyon, xwefiroî, dizî, pizî, ji rastiya xwe, nirx û rûmetên xwe dûrketin û wan firotin ango xwefirotin, bi gotina kin dejenerasyon, ne tenê di wan kar û barên zêde hik û balkê û bi ê de ne, gelek tit hene ku di hundir de me dirizînin û me hay ji wan nîne. Em bi xwe jî kevnikê didine destên xwe û radibine wê govendê. Gelek caran û di gelek rewan de, bêyî ku haya me ji wê rizandinê hebe. Çi ne ev: Navên me didizin, peyvên me didizin, gotinên me yên pêiyan, çîrokên me, metelokên me, klam û stranên me didizin, cejnên me didizin, heya jiyana me ya sosyal bi xwe jî didizin û dikine mijarên fîlmên xwe yên çelexwarî. Bi dehan rêzefîlmên wan ên eletewî hene ku mijara wan jiyana me ya civakî ye. Bi zimanê xwe, qao jiyana me dilîzin!.. Em çi dikin? Em jî li wan stranan godarî dikin,

li wan fîlman, rêzefîlman temae dikin, bi zarokên xwe didine godarî û temaekirin û ha em dibînin ku me jî destpêkiriye û em bi zimanê wan diaxivin, têkiliyên xwe yên rojane bi zimanê wan datînin û her yek ji me dibe fîgurek, ango xwedî rolek, lê vê carê di jiyana rastî de. Jiyana me dibe rêzefîlmên wan, sîyaseta me bi taybet a legal rengê parlamentoya wan û partiyên wan digire, lê rengekî olî, sazî û dezgehên me di bin navê berjewendiyên netewî de ji rastiya xwe û berjewendiyên civakî û netewî dûr, bi tirs û hizir, daxwaz û hesabên ferdî têne birêvebirin. Loma jî pê nakevin û loma jî bi vî rengî profesyonelî çênabe û pitî demekê di nav xwe de difetise, dixitime. Êdî mîna kursên zinanê kurdî, ya pitî demekê têne girtin an jî hema ji bo bê gotin ku yên me jî hene, ango em filan karî dikin, em filan binî bêvan in, bi zor li ser piyan têne hitin, an jî bi tenê mîna nav li piyan dimînin. Mînak: Li Amedê, li Berlînê, li Stenbolê, li Parîsê, li Brukselê, li Stockholmê Înstîtuyên kurdî hene. Her weha KurdKav, Komkar heye, Navend heye û li welat û seranserê Ewropayê bi sedan sazî û dezgeh û komeleyên me yên çandî hene û ev bi salan in hene. Gelo ev hemû dikarin bi qasî yek saziyeke bi tenê ya welatekî Ewropayê kar û xebat bikin ango bi berhem bin ?! Ev pirseke pir girîng e. Bi ya min, na. Ba e çima? Divê vê pirsê her kes ji xwe bike û em hemû bi hev re li bersivê bigerin û bi hev re ji bo çareseriyê têbikoin, bêyî fikar, tirs, daxwaz û hesabên ferdî. Bazirgan Li gel van, îcar bazirgan jî hene. Bi pêketina têkoîna rizgarî û azadiyê re, gelek derfet jî derketine holê, ango bazar vebûn. Ciyê bazar hebe, bazirgan jî bê guman ku dê hebin. Lê bazirganên xelkê xwe û bi xwe re civaka xwe radikin, ên me me jar dikin. Lewra malê bazirganên me, em bi xwe ne. Yanê nirx û rûmet û çand, ziman, muzîk, huner, wêje û dîroka me ye. Ji xwe titên di destê me de jî mane, bi tenê ev in. Birêz Nîjad Arda navekî xwe li van bazirganan kiriye. Diviya binivîsandana jî, hîn nenivîsiye, ji ber fikara pîvanên malperê. Belê ew fikara min jî heye, loma jî ez ê pir pê ve neçim, lê bi sînor be jî divê hin tit bêne gotin: Birêz Nîjad Arda ji bo van bazirganan dibêje "Kurdên Profesyonel"!.. Navek di cî de ye. Lewra kurdayetiya wan bûye sedema wan a esasî ji bo debar û nav û dengên wan. Bi taybet di warê wêje û nivîskariya kurdî de ev "Kurdên Profesyonel" xwe nîan didin. Çi dikin? Malê xwe didizin, malê civakê, malê kesên din didizin û li ser rûdinên, mîna ku berhemên wan bin. Wekî din çi dikin? Gotineke hik e, lê ji gotinên pêiyên me ne; Kî..n xwe bi potikan mezin dikin. Û em jî plaketan didine wan, li balefirgehan pêwaziya wan dikin, li otêlên luks wan dikine mêvan. Lê gelek kesên bi rastî xwedî berhem, bi rûmet, lê nefspiçûk û dilsozê zimanê xwe, çand û wêjeya xwe û welatê xwe hene ku em bi pênc kuriî jî rûmetê nadine wan. Ev ji her du aliyan ve jî, hem ji aliyê "Kurdê Profesyonel" ve hem jî ji aliyê sazî û dezgehên ku wan bi xelat dikin ve, rengekî dejenerasyonê ye. Ev mijara Nijad Arda ye, loma jî ez ê zêde li ser vê yekê ranewestim, lê min xwest mîna mînak bidim ku kesên dejenere, kesên ji nirx û rû****n dûrketî dikarin di kîjan warî de çi bikin. Mixabin ku ne hemû, lê çend ji van "Kurdên Profesyonel" debara xwe pir ba dikin û xwe ne ji dêrê û ne jî ji mizgeftê dikin. Lewra dêr jî, mizgeft jî, ji pîroziyê wirdetir, ji bo bikaranîna berjewendiyên ferdî ne, ji bo wan. Dema di civakekî de, nirx û rûmet û pîrozî bibine "mal"ên bazarê, ew civak an riziya ye, an jî dest bi rizandinê kiriye. Rê li ber neyê girtin, dê tit nemîne!.. Îdeolojî:

Îdeolojî ji aliyekê ve asteng in li pêiya ferdbûna azad. Mirovan teng û yeknesak dikin, lê ji aliyê din ve jî hin nirxan diparêzin. Lewra her îdeolojî divê li ser bingeha hin nirxan în bibe, ango dibe. Loma jî divê wan nirxan bi hesûdî biparêze. Dema ji wan nirxan tawîz bide, ew îdeolojî jî, ji rastiya xwe bi dûr dikeve û dejenere dibe. Ev yek di bin navê çi de bê kirin jî, car din a e. Lewra her tit divê nirxên ku li ser în bûye, biparêze û getir û xwetir bike û belav bike. Di vî karî de çiqas bi ser bikeve, ew qas jî di hedef û armancên xwe de bi ser dikeve. Hêz jî, li ser bingeha nirxan în dibe. Ev nirx ku têne gotin dikarin li dijî berjewendî, bîr û baweriyên civakê bin jî, ango lîstikên destên rêvebiran bin, ji bo bidestxistina berjewendiyan. (mîna nijadperestî û hwd.) Îdeolojiyeke rast, her çendî di hin waran de teng jî bike, dikare civakê rake û bike xwedî rûmeteke mezin, lê bi ertekî; dema ji bo civakê titek ava kir, pitî demekê divê êdî titê ji bo civakê afirandiye, ert û mercên wê amade bike û bide destê civakê, bêyî ku zêde mudaxele bike. An na, di bin navê wê îdeolojiyê de, lê ji rastiya wê îdeolojiyê dûr, hin kes dikarin li ser wan nirx û rûmetên giranbiha ku bi bedêlên giran hatine afirandin, axatiyê jî bikin. Axa jî, eger di bin wî navî de jî bikin, di rastiyê de tu carî li berjewendiyên gitî nafikirin, lewra her tit ji bo wan e, ew axa ne!.. Dawî: Bê guman gelek tit hene ku dikarin bêne gotin. Lê ji gotinê bêtir divê ev ji aliyê rewenbîran ve, bi taybet ji aliyê pisporên civakê û civakê bi xwe ve, ji aliyê hemû sazî û dezgehên me ve bêne nîkakirin. Ez ne pisporê vê mijarê me, lê bê guman ku hin dîtin û nirxandinên min hene. Ev dikarin kêm bin û dikarin li gor hinan a bin jî, lê ev dîtin dikarin bêne dewlemendkirin, rexnekirin, gotûbêjkirin. Min bi tenê xwest hin ji van dîtinên xwe parve bikim. Li gor baweriya min yek ji pirsa me ya herî grîng a îroyîn ev e. Lê mixabin ku ta niha bi taybet ji aliyê pisporên civakî û rewenbîrên me ve, di civaka me de li ser vê pirsê tu lêkolînên berbiçav û kûr û nîqa nehatine kirin. Bi ya min, di dawî de mirov her titî ji bo xwe dike. Lê titek heye ku cudahiya navbera mirovan kûr dike û dibe sedemê hemû van titan: Mirov tenê bi xwe re ye û bi xwe heye, an mirov bi civaka xwe re ye û pê heye? Bersiva vê pirsê rêçika jiyana mirovan e. Eger mirov ji bo xwe hebe, her tit malê bazarê ye. Wê demê rê li ber dejenerasiyon û rizandinê nikare bê girtin. Bi taybet di civaka me de ev weha ye. Lewra hîn em birîndar in û xwîn ji me diherike. Em hîn ne li ser hiê xwe ne, bi kotekî bi rê ve diçin. Eger mirov bi civaka xwe re be, pê hebe, mirov ji bo nirx û rûmetên xwe hebe û pê watedar be, pê serbilind, dilxwe û a be, her çendî bi ê û azar û heya bi mirin be jî, ev ronahî ye ku tarî û zilûmata mirinê mîna kêra li zikê zebeê, diqelêe. Amedforum.com

Information

MERHEBA, XWENDEVANÊN DELAL

6 pages

Report File (DMCA)

Our content is added by our users. We aim to remove reported files within 1 working day. Please use this link to notify us:

Report this file as copyright or inappropriate

200864


Notice: fwrite(): send of 209 bytes failed with errno=104 Connection reset by peer in /home/readbag.com/web/sphinxapi.php on line 531